Çand û huner

Li Mêrdînê perestgeheke dîrokî hat dîtin

Hîndekarê Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Dr. Ergul Kodaş: "Li gor texmîna me perestgeh 11 hezar û 300 salî ye. Xebatên kolandinê didomin"

Fatih Gazioğlu  | 30.10.2019 - Rojanekırın : 04.11.2019
Li Mêrdînê perestgeheke dîrokî hat dîtin

Mardin

Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê perestgeheke dîrokî ya ku li gor texmînan 11 hezar û 300 salî ye hat dîtin.

Navçeya Dargerçîtê medeniyetên Sumer, Akad, Babîl, Hîtît, Asûr, Urartu, Roma, Ebbasî, Selçuklu û Osmaniyan jî di nav de bi tevahî mazûvaniya 25 medeniyetan kiriye.

Li taxê Ilisuyê xebatên kolanên arkeolojîk yên ku ji hêla Midûriyeta Muzeya Mêrdînê tên kirin dewam dikin.

Di encama xebatên li herêmê tên kirin da perestgeheke dîrokî ya ku li gor texmînan 11 hezar û 300 salî ye hat dîtin.

Hîndekarê Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Dr. Ergul Kodaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:

"Perestgeha me dît xwedî 4 steleya ne. Li gor texmîna me perestgeh 11 hezar û 300 salî ye. Xebatên kolandinê didomin. Ji van stelan 3yê wan saxlem in û bi tenê yek şikestiye. Ev perestgeh îhtimaleke mezin ji heyama Neolîtîkê maye. Taybetiyên vê perestgehê û yên li Girê Mirazayê eynî ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın