Çand û huner

Li Gola Wanê şopa Urartuyiyan

Prof. Dr. Mehmet Işikliyê rêvebirê kolanê: "Şaristaniya Urartuyiyan li herêma Gola Wanê bi cih bûye. Ji ber vê yekê şaristaniya Urartuyiyan xerîbê golê nîne. Daneyên arkelojîk yên di destê me da jî vê rastiyê nîşan didin"

22.08.2019 - Rojanekırın : 25.08.2019
Li Gola Wanê şopa Urartuyiyan

Van

Kelheya Ayanîsê ji avahiyên Urartuyiyan yên herî berbiçav yek e û bi destê ekîbeke pispor li şûnwarê vê kelheyê di çarçoveya xebatên kolanê da bermayî û şopên Urartuyiyan tên tesbîtkirin.

Kelhe 2 hezar û 700 sal berê bi destê Kralê Urartuyiyan Rusayê Duyem hatiye avakirin, ji wê heyamê heya îro neqş, dîwarên kerpîç, xemlên balkêş yên li ser keviran yên kelheyê mane. Vekolan û restorasyona 30 sal berê li kelhê dest pê kiriye îro jî didome.

Xebata ku îsal di serokatiya Prof. Dr. Mehmet Işikliyê Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturk tê meşandin li ser şopa Urartuyiyên li Kelheya Ayanîsê jiyane hûr dibe. Di encama xebatê da wê bê tesbîtkirin ka Urartuyiyan Gola Wanê bi çi awayî emilandiye û li herêmê çi şop hiştine.

Di çarçoveya vê xebatê da Hîndekarê Dr. Serkan Gunduz yê Serokê Makezanista Arkeolojiya Avê ya Zanîngeha Bursa Uludagê û ekîba xozneber li herêma Ayanîsê xwe berdan bin ava Gola Wanê û li şopên Urartuyiyan geriyan.

Tê çaverêkirin ku bi lêgerînên di binê avê da agahiyên girîng yên ji bo dîroka arkeolojîk ya Urartuyiyan bên bidestxistin.

Prof. Dr. Işikli di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Wan ji bo dîrok, çand û arkeolojiyê erdnîgariyeke pir dewlemend e.

Işikli diyar kir ku li Kelheya Ayanîsê xebat ji 30 salî pê va ye berdewam dikin û armanca wan ew e ku bi projeyên nû va vê xebatê dewlementir bikin û wiha pê da çû: "Rusayê Duyem yê ku di dîroka Urartuyan da ji kralên herî mezin yek e, li du herêmên Gola Wanê Kelhe ava kirine. Ji van yek Kelheya Ayanîsê ye û ya din jî Kelheya Kefê ya li Elcewazê ye. Em dizanin ji bo herin hin cihan Urartuyiyan Gola Wanê emilandiye. Şaristaniya Urartuyiyan li herêma Gola Wanê bi cih bûye. Ji ber vê yekê şaristaniya Urartuyiyan xerîbê golê nîne. Daneyên arkelojîk yên di destê me da jî vê rastiyê nîşan didin. 

Li ser vê me xebateke ezmûnî kir. Ji bejayê ra li gor şert û mercên wê heyamê meriv dikare di nav 3 rojan da xwe bigihîne Kelheya Kefê lê ji ser golê ra meriv dikare di nîv rojî da here wê derê. Ji ber vê me qenaet kir ku Urartuyiyan Gola Wanê emilandiye. Piştî ku me encamên lêkolînê bi dest xistin niyeta me ew e ku em van ceribandinên xwe ji hêlên cuda va pêşva bibin. Lewra herêma Gola Wanê erdnîgariyeke gelekî dewlemend e."

Dr. Gunduz jî got dê bi ekîba ku ji pênc kesan pêk tê hemû xeta li qeraxê golê ya li herêma Kelha Ayanîsê teselî bikin û lêkolînên xwe bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.