Ahmet Kaplan
02 Mijdar 2023•Rojanekirin: 07 Mijdar 2023
DIYARBAKIR (AA) - Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di vedana arkeolojîk da xirbeya dêra 1500 salî hat dîtin û tê da 46 gord hene.
Li Taxa Înkayayê li qadên cuda lêkolîn li ser erdê hat kirin û sîkeyeke aîdê dewra Împaratorê Bîzansê Anastasiusê 1em hat dîtin. Paşê Midûriya Muzeyê ya Diyarbekirê di 2021ê da li heman herêmê dest bi vedanê kir, bi 35 kesên ku 15 jê pispor in va xebatên vedanê dewam dikin.
Li qadê heta niha di vedanan da sîke, qendîl, stûn hatin dîtin, li cihê ku xebat lê zêde bûn û xirbeyên avadaniyekê hat dîtin.
Di xebatan da dîwarên derva yên avadaniyê derxistin holê û li gor tesbîtê ev avadanî dêr e. Ekîban di nava dêrê da xebat kir û rastî gelek gordan hatin.
Cîgirê Midûrê Muzeya Diyarbekirê Mujdat Gîzlîgol ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan bi destûra Midûriya Giştî ya Heyberên Çandî û Muzeyan di 2021ê da dest bi xebatên vedanê kir.
Gîzlîoglu diyar kir, di vedanê da ew rastî avadaniyeke ku nizanibûn dêr e, hatin û wiha dewam kir, "Îhtimal e ku dêr di sedsala 5,6 û 7emîn da hatiye xebitandin û paşê xerab bûye, heta sedsala 13emîn jî wekî goristan xebitandine. Di dêrê da 46 gord hatin dîtin. Gord li her derê dêrê hene."