Çand û huner

Li Bidlîsê "5emîn Festîvala Berfê" hat lidarxistin

Servet Taşdemir  | 16.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Li Bidlîsê "5emîn Festîvala Berfê" hat lidarxistin Servet Taşdemir

Bitlis

"5emîn Festîvala Berfê" ku ji hêla Zanîngeha Bitlîs Erenê (BEU) hat lidarxistin, dîmenên rengîn derxistin holê.

Festîlava li navenda kaşûnê ya li binkeya zanîngehê ya Rehwayê hat lidarxistin, bi govenên gelêrî û pêşandana kaşûna meşaleyî dest pê kir.

Di festîvalê da pêşbaziyên wekî kapkişandin û hêkbirin hatin lidarxistin. Rektorê BEUyê Prof. Dr. Necmettin Elmastaş di festîvalê da axivî û diyar kir, festîvala ku wan di 2022yan da da destpêkirin û îsal ji bo cara 5em li dar xist, kir dirûvekî kevneşopî.

Elmastaş bal kişand ku potansiyela bajêr a berfê zêde ye û wiha dewam kir:

"Wekî Zanîgeha Bitlîs Erenê ji bo nirxandina vê yekê me projeya xwe cîbicî kiribû. Festîvala me ya ketiye dirûvekî kevneşopî dê bi çalakiyên curbecur bidome. Bidlîs di warê turîzmê da jî geş dibe. Faktora herî mezin a pêşketina Bidlîsê, sektora turîzmê ye. Em jî di turîzma zivistanê da hewl didin ku bi şahî û çalakiyên berfê va sûdê bidin turîzma herêmê."

Piştî axaftinê, beşdaran bi xizek û taxên xwe yên kaşûnê va xwe şiqitandin û kêfa xwe xweş kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın