İbrahim Atmaca
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Amerîkayê di çarçoveya rojên sînemaya li derva da bi hezaran amerîkayî li ber dîmenên bajêr fîlm temaşe kir.
Çalakî li Parka Millenniumê tê kirin û fîlmên “Ghost - Xeyalet” û “The Shining - Dînîtî” hatin nîşandan.
Amerîkayî û tûrîstan çendîn saet berî fîlmê park tije kirin.
Gelek malbatan bi xwe ra xwarin û pêxarinên xwe birin parkê û pîknîk kirin.
Gelek kes jî ji ber ku cih nedîtin, li ser piyan man.
Rojên Sînemaya Derva ya Parka Millenniumê wê heta 5ê îlonê dewam bike.