Haydar Şahin
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
NEW YORK
Korsanên komputeran dosyeyên HBOya televizyona bi nav û deng a DYAyê bi dest xistin, ji bo ku dosyeyên taybet û yên rêzefîlman neweşînin bi milyonan dolarî fîdye xwestin.
Korsanên komputeran bi navê "Mr. Smîth" va vîdeoyek weşandin û tê da bangî Rêveberê Payebilind ê HBOyê Rîchard Plepler kirin û gotin heke di nav 3 rojan da fîdyeyê nedin ew ê 1,5 milyon terebayt daneyên berheman û yên taybet ên şirketê yên ku bi dest xistin li ser înternetê biweşînin.
Korsanan îdia kirin ku ji vî karî di salê da 12-15 milyon dolarî qezenc dikin û gotin bira sazî "mehaneya wan a 6 mehan di înternetê da" razîne.
Hat ragihandin ku di nav daneyên ku dibêjin korsanan bi dest xistin da senaryoyên Game of Thronesa (Lîstikên Text) rêzefîlma bi nav û deng a kanalê, nivîsên Leslie Cohena Alîkara Serokê HBOyê yên maîlê hene.
Wek mayîn korsanan îdia kirin ku telefonên şexsî û maîlên şexsî yên Peter Dinklage, Lena Headey û Emilia Clarka lîstikvanên Game of Thronesê jî bi dest xistine.
Di daxuyaniya HBOyê da hat diyarkirin ku korsan neketine hemû sîstema maîlan, bi pisporên ewlekariya înternetê û polêsan ra lêpirsînê didomînin.