Orhan Pehlül
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Li Bajarê Kevnare yê Perreyê xebatên vekolandinê di 2001ê da dest pê kirin û bi navber dewam dikin. Di xebatan da îsal kaniya Romayê ya dîrokî, kevirên dîwaran ên mezin, qanalên avê û hin qanalên avê û avahiyên mîmarî yên curbecur derxistin holê.
Di xebatên ku dewam dikin da herî dawî li ser lewheya bronz dîplomeya eskerî hat dîtin. Di lêkolînên ku hatin kirin da li gor tesbîtê dîplome aîdê beriya sala 1898an e û li ser dîplomeyê agahiyên şexsî jî hene. Kesê ku navê wî li ser dîplomeyê nivîsar e, 20 salan di artêşê da wezîfe kiriye û bi vî hawî mafê zewacê û welatîbûnê heq kiriye.
Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, wan dîplomeya eskerî di 24ê gulanê da dît.
Alkan daxuyand ku li ser dîplomeyê bi Latînî nivîstekek heye.
Di nivîstekê da agahiyên Calcilius Antiquusê ku di dewra Hadrianusê Împaratorê Romayê da eskerî kiriye, dinivîse.
Alkan daxuyand, di wê dewrê da ji vê belgeyê tenê 100 hezar hatiye çapkirin, tenê 800 heb jê gihîştiye roja me.