ANKARA - TURKAN TOSUN
Jiyana Mûsa Anterê ku ‘Apê Mûsa’yê kurdan e bi navê ‘Mûsayê Bêasa’ bû fîlm. Galaya fîlma ya ku piştî xebateke 4 salan xilas bû dê 20ê îlonê de yanî di salvegera mirina Mûsa Anter de li Diyarbekirê çêbibe. Fîlm dê di meha cotmehê de bikeve vîzyonê.
Beriya ku fîlm bikeve vîzyonê lîstikvan û derhenêrê fîlma "Mûsayê Bêasa" pirsên nûçegîhana AAyê bersivandin. Di fîlmê de qîza Mûsa Anter Rahşan Anter jî rol girt.
Derhêner Aydin Orakê ku ji 6 salan vir ve jiyana rewşenbirê kurd Mûsa Anter li ser dika şanoyê dilîze, vê carê jî bi hêman û metaforan ve jiyana wî kire fîlm.
Orak diyar kir ku di destê wî de bi sedan belge, vîdeo û wêne hene. Ji bo ku tiştên ku nikare di şanoyê de derxe pêş di sînemayê de rehettir vebêje ev fîlm kişandiye.
“Ez dixwazim her tim Mûsa Anter binîm rojevê”
Aydin Orakê ku cara ewil e fîlmeke dirêj dikşîne wiha axivî: “Bi hêman û metaforan ve me hin heyamên jiyana Anter kişandin. Ez dixwazim her tim Mûsa Anter binîm rojevê. Ji ber ku ew nivîskarekî kuştî ye û kujerên wî yên rastîn jî hîn nehatine darizandin.”
Orak, diyar kir ku behskirina jiyana Anter a di şanoyê û sînemayê pir zor e û wiha got: “Min 7 sal berê derbarê Mûsa Anter de dest bi xebatê kir. Min her tim derbarê wî de ji malbata wî û mirovên ku bi wî re rêhavaltî kirine agahî hildan. Dema ez ji bo şanoyê diçûm tûrneyê, min ji her tûrneyê derheqê wî de tişt berhev dikirin. Niha ez dikarim derbarê Mûsa Anter de têzekî amade bikim. Jixwe min evqas agahî û belge berhev nekirana dibe ku min ê nikaribûya fîlma Mûsa Anter bikişînim.”
Orak, behsa kişandina zehmetiyên fîlmê kir û diyar kir ku wan ji tu kesî û tu saziyê piştgiriya pereyan û piştgiriya manewî nestandine û fîlm bi derfetên xwe ve kişandine.
Derheqê cihên ku fîlm lê hatiye kişandin de jî Orak wiha axivî: “Me li navenda Mêrdînê, Nisêbînê, bajaroka Akarsûyê û gundê Zivingê ya Mûsa Anter lê hatiye dinyayê fîlm kişand. Me mala wî, gora wî, baxçeyê wî û tiştên rojane yên ku bi kar dianî kişandin. Di fîlmê de me hemû jiyana lehengê xwe nekişand. Me tenê demên wî yên girîng bi zimanekî metaforîk ve kişand.”
Orak anî ziman ku zarokên wî di fîlmê de pir kurt be jî dileyîzin û wiha pê de çû: “Vê listika wana kurt jî em wek silav û hezkirina xwe ji Mûsa Anter re dişînin. Ew jî wan temaşe dike. Di fîlmê de beşa belgefîlm tenê ev beş e.”
“Serlehengê fîlmê şewqê fotr, qapût û bahola darîn e”
Orak pirsa ku çima Turgay Tanulku wek serlehengê fîlmê hilbijartiye jî wiha bersivand: “Di fîlmê de serleheng tune, serlehengê fîlmê şewqê fotr, qapût û bahola darîn e. Turgay Tanulku jî ji wan beşên fîlmê yên herî baş di yekî de dileyîze.”
Derhêner Orak got ku di fîlmê de behsa kuştina Anter jî hatiye kirin lê ev ne wek fîlmên din û beşên kuştinê ye, ji van cudatir e. Orak got ku hema bibêje Apê Mûsa dema ku ew dixebitin wek ku her tim li cem wan bû.
Der barê mûzîkên fîlmê de jî Orak wiha axivî: “Di fîlmê de herî zêde bêdengî û dengê wê beşa ku hate kişandin heye. Lê fîtandina kurdî jî dê her tim dê bê bihîstin. Ji bo hin beşan jî mûzîk dê bên çêkirin. Wan mûzîkan jî Mûrat Hasari dê çêbike.”
“Dema ew mir min wisa hîs kir ku ji aşitiya welatê min û ji aşitiya dinyayê perçeyek kêm bû.”
Lîstikvan Turgay Tanulkuyê ku di salên 80yî de dema ku ji bo şanoyekî çûye Diyarbekirê Mûsa Anter naskiriye jî wiha axivî: “Hatibû temaşeya lîstika me. Piştî lîstik qediya em li ber bircên Amedê cihê postexaneya berê li ser kursiyan runiştin û me çay vexwar. Dema em axivîn min ji wî re got ku tu ji bo welatê me qasidê aştiyêyî. Wî ji ji min pirsî: ‘Tu lîstikên xwe yên şanoyê yên girtîgehan de didomînî?’ Min xebatên wî û têkiliyên wî yên bi mirovan ve dişopand û dema ku min bihîst ew jî min dişopîne ez şanaz bûm. Em hêstiyar bibûn, me behsa hezkirina xwe ya mirovan ya bêcudatî kir. Dema ew mir min wisa hîs kir ku ji aştiya welatê min û ji aştiya dinyayê perçeyek kêm bû.”
Tanulkuyê ku bi fîlma ‘8 Meh’ê ve di Mîhrîcana Nofî Fîlm a Los Angelesê ‘Xelata Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş ê Sala 2013an’ wergirtiye got ku xebatên behsa êşên welêt dike, hêstên rastîn ên mirovan dide nîşan xebatên biqîmet in. Tanulku sedema lîstikvaniya vê fîlmê jî wiha anî ziman:
“Dema ku ez di karekî de dixebitim ez karên ku rastiyên welatê min vedibêjin qebûl dikim û di wan de dilîzim. Me herduyan jî di nav êşên hevpar de hewl da ku em bi xebatên xwe ve bigihîjin mirovan, em xebatên xwe ve hebin. Min ew bi nivîsên wî û bi gotinên wî nas dikir. Wê rojê hin pirsên min bi fîtinan ve bersivandibû, kenekî bi êş ve…Niha ez jî di vê fîlmê de difîtînim.”
Tanulku der barê kişandina fîlmê de wiha axivî: “Aydin Orak dema ku telefonê min kir û got ku ez fîlma Mûsa Anter dikşînim ez demeke kurt sekinîm û min pirsî: ‘Ez kingê bêm?’ Min nikaribû di wê keliyê de behsa hêstên xwe bikira. Te dît carinan gotin diqedin, hema wisa. Dema ez çûm cihê ku fîlm dê bê kişandin min zarokên wî dîtin. Tiştên ku min ji te re got min nikaribû ji wan re bigota. Lewra her kes wisa hêstiyar û dagirtîbû ku. Siruşt hestiyar bû. Gora wî ya li baxçeyê hestiyar bû. Min ji baxçeyê wî hinarek qetand, ez bêdeng bûm. Di rûyê her kesî de maskeyekî dikeniya hebû. Lewra karê ku me dikir û dê me bikira pir giran bû. Mala ku lê jiyabû amadehî hatin kirin, min di salonê de nivîsa wî ya herî dawîn ya ku di dîwar de bû xwend. Bêdeng bûm. Min qapûtê wî li xwe kir, bahola wî hilda, şewqê wî yê fotr danî serê xwe, em derketin kuçeyê. Derhênerê min Aydin Orak behsa vê beşa fîlmê dikir. Ez bêdeng bûm. Ez ji kûçeya ku lê derbas dibû derbas bûm…Û min xiste fitînî.”
-Zarokên Mûsa Anter jî di fîlmê de leyîstin
Qîza Mûsa Anter Rahşan Anter jî derbarê fîlmê de wiha axivî: “Rojekê Aydin Orak hate Swêdê û li wir şano leyîst. Min dît serkeftî ye. Min got: ‘Ox û aferîn.’ Ez her tim ji wî re dibêjim ‘Tu her hebî bavê min ê biçûk.’ Aydin Orak ‘Apê Mûsa wek tenteneyê dinexşîne. Niha jî projeyeke nû da destpêkirin. ‘Mûsayê Bêasa’. Em pir kêfxweş bûn. Em û tîma ku dê fîlmê bikşînin li mala bavê min hatin li ba hev. Me dît ku tîmeke ciwan, bi armanc û ji tu kesî tiştekî naxwazin li pêşberî me ye. Kelecaneke amator bi profesyonelbûnê ve hatibû dorpeçkirin. Her kes çi ji destê wan dihat wî dikir ji bo Apên xwe yê Mûsa. Qet ji me nedin hisandin ku di nav şert û mercên çawa zor de dixebitîn. Hêvî dikim ku bi her awayî keda xebatên xwe bistînin.”
Anter got ku ew her sal bi birayên xwe ve diçin mala bavên xwe ya li gund û der barê kişandina fîlmê de jî wiha axivî: “Di fîlmê de rola me sembolîk e. Me gotina Aydin kir. Jixwe tu kes jî ji me lîstikvaniyê naxwaze herhal. Bi bavê min û diya min Hale Anter jî kesên birûmet bûn. Kesên ku bi wan re jiyane bîranînên bavê me û dayika me ji me re dibêjin. Her kes xwedî bîranînekê ye û vedibêjin. Em beşdarî hemû kişandinên fîlmê yên derve nebûn. Ez jî bi kelecanî benda fîlmê me. Wek ku Aydin jî dibêje ev destpêk e. Hêvî dikim fîlmên din jî dê pişt re çêbibin.”
news_share_descriptionsubscription_contact
