ÎSTANBÛL
Vê hefteyê 3 jê biyanî bi tevahî 5 fîlm dê bikevin vîzyonê. Fîlmên ku dê bikevin vîzyonê li benda temaşevanên xwe ne.
- "Karê Jinan: Şêlandina Banqê"
Senaryoya fîlmê Şahin Alparslan nivîsand û derhênerê fîlmê jî A.Taner Elhan e.
Di kadroya lîstikvanan de jî kesên ku cih digrin ev in: Meltem Cumbul, Fîlîz Ahmet, Ozge Ûlusoy û Esra Dermancioglû.
Mijara fîlmê "Karê Jinan: Şêlandina Banqê" bi kurtasî wiha ye: 4 jinên dilşikestî qerar didin ku banqeyekê bişêlînin. Fîlm sêrpêhatiyên van jinan nîşan dide.
- "Dersxaneya Haran 3"
Senaryoya fîlma "Dersxaneya Haran 3" Îrfan Saruhan, Şafak Guçlu, Servet Aksoy nivîsand. Derhênerê fîlmê Kamil Çetîn e.
Di kadroya lîstikvanan de jî kesên ku cih digrin ev in: Duygu Çetînkaya, Okan Karacan, Paşhan Yilmazel û Ozan Aydemîr e.
Mijara fîlma "Dersxaneya Haran 3" bi kurtasî wiha ye: Xwendekarên Dersxaneya Ozlemê ji bo fînala pêşbaziya muzîkê ya di navbera dersxaneyan de hatine Antalyayê. Alî li wir çawa ku Zeynepê dibîne, dilê wî dikeve Zeynebê. Lê Alî pişt re hîn dibe ku hin pirsgirêkên Zeynebê hene û hewl dide ku bi hevalên Zeynebê re van pirsgirêkên Zeynebê çareser bike.