Nihat Kavşut
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Çinara navçeya Diyarbekirê welatiyên heywandariyê dikin ji ber germê rojê du caran mî û bizinên xwe di avê da hênik dikin.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê germahî ji 40 pileyî derbas dibe û ev jî tesîreke mezin li ser heywanan dike.
Li Bayirkonaka gundê Çinarê welatiyên heywandariyê dikin ji ber germê rojê du caran pezê xwe dibin çemê 3 kîlometre dûr e û ji bo hênik bibin mî û bizinên xwe dikin ava çem.
Ji welatiyan Şehmus Seyan (46) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir 36 sal e li gund heywandariyê dike.
Seyan diyar kir ji nişkê va hewa zehf germ bû û got ev jî tesîreke mezin li heywanan dike.
Şehmus Seyan destnîşan kir germeke dijwar heye û wiha got: "Ji ber germê em di nav rojê da carna dernakevin derva, lê divê em pezê xwe biçêrînin. Bi taybetî berx û karikên teze ji ber germê telef dibin. Ji bo hênik bibin em di nav rojê da pezê xwe dibin dikin ava çem."
Ji welatiyan Salih Seyanê (65) heywandariyê dike diyar kir li çol û pesaran hewa zehf germ e û wiha xeberda: "Berx û karik telef dibin. Loma jî heta ji destê me tê em pezê xwe di ava çem da hênik dikin."
Mehmet Huseyînogluyê Alîkarê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê jî diyar kir germahî tesîreke mezin li heywanan dike û got loma jî divê heywan di saetên zû da bên çêrandin.