Aziz Aslan
12 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2024
Festîvala Rêya Çandê ya Diyarbekirê ku 14emîn xuleya Festîvalên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê ye ku Wezareta Çand û Geştiyariyê li dar dixe, dest pê kir.
Alîkarê Wezîrê Çand û Geştiyariyê Batuhan Mumcu, li Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê beşdarî bernameya vekirinê ya ku li Kompleksa Muzeyê ya li Navsûrê hat li darxistin, bû.
Mumcu got, "Me bi pêşengiya Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy li herêmek û bajarekî Festîvalên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê da destpêkirin ev yek ji mezintirîn û dewlemendtirîn projeyên markayên welêt e ku îsal li 7 herêman li 16 bajaran berdewam in.
Mumcu anî ziman ku îsal Diyarbekirê cara 3yemîn li ser rotaya Festîvala Rêya Çandê ya Tirkiyeyê cih girt, destnîşan kir ku bajar bi cihên dîrokî, nifûsê xwe yê ciwan û dînamîk, qebareya xwe ya geştiyariyê û gastronomiya xwe ya bêhempa, yek ji navendên balkêş ên welêt e.
Beşdarên festîvalê li pêşangehan geriyan û der barê xebatan da agahî girtin.