26 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
MOSKOVA
Bebikên "matrûşka" ku li Rûsyayê di sedsala 19emîn da seba geşepêdana zihnê zarokan hatin sêwirîn, bûn sembola wî welatî.
Bebikên matrûşka ku ji 8 bebikên di hundirê hev da pêk tên û di sala 1890î da bi sêwirandina hunermendê ûris Sergey Malyûtî û herwiha bi destê hunermendê destkariya daran Vasîly Zvyozdoçkîn hatin çêkirin, navê wê ji navê populer ê serdemê yê jinan "Matriyona"yê tê.
Bebikên ji daran heya destpêka sedsala 20emîn seba geşepêdana zihnê zarokan li dibistanan dihatin emilandin. Armanceke din a çêkirina van bebikan jî ew bû ku zarok fêrî têgehên reng û malbatê bibin.
Bebik cara ewil di 1904an da li Parîsê di fûareke navneteweyî da bi navê matrûşkayê hatin naskirin.
Bebikên matrûşka, bi hejmara xwe ya ji yekê zêdetir va berhemdariya jinê û bi şêweya xwe ya di hundirê hev da jî parêzvaniya dayikê teswîr dikin. Ev bebik piştî fuara li Parîsê li tevahiya dinyayê belav bûn.
Matrûşkaya ku di demeke kin da bû sembola Rûsyayê, piştî rûxîna Yekîtiya Sovyetê hatin Tirkiyeyê.
- Darê zîrfonê tercih dikin
Darîa Baranovaya Seroka Beşa Sêwirînê ya Enstîtuya Hunerên Bedew a li bajarê Sergîev Possadê destnîşan kir ku matrûşka cara ewil li Moskowayê bi destan hatin çêkirin û ji nîvê sedsala 20emîn şûn da jî di atolyeyên li bajêr da hatin hilberîn.
Baranovayê bal kişand ku di çêkirina Matrûşkayan da bêtir dara zîrfonê tê tercihkirin.