Bihar bi 65 milyon dolarî hat firotin
Di mezata ku li New Yorkê hat kirin de berhema Edouard Manet a bi navê "Bihar (Le Prîntemps)" bi 65 milyon dolarî hat firotin.

Mezat do êvarê li New Yorkê li ofîsa Chrîstîe'sê ya li Rockefeller Centerê hat kirin.
Di mezatê de berhema Manetê ku frensî ye di 1883yan de miriye, bi 65 milyon dolarî hat firotin.
Di mezatê de ji bo berhemê di navbera 25 milyon û 30 milyonî de biha dihat xwestin.
Di berhemê de Manet portreya aktrîstekê çêkiriye. Berhem bi 65 milyon dolarî reqora xwe ya di 2010an de derbas kir. Berhem di mezata li Londrayê de bi 33 milyon û 200 hezar dolarî hatibû firotin.
Do êvarê li mezata Chrîstîe'sê ji 39 berhemên hunerî 35 berhem hatin firotin.
Manet hunermendê herî navdar ê ekola Empresyonîzmê ye. Manet bi portreyên ku çêkiriye derketiye pêş û di berhemên xwe de heyeta civakî ya Parîsê jî bi serkeftî nîşan daye.