14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
KARS
Kamber Çalişkanê 88 salî li Qersê dijî û 75 sal e "palankariyê" dike.
Kalikê Kamber çendîn sal berê ji xwe ra li qiraca gund a berê kargehek vekir û tê da palanan çêdike. Kamber ev kar ji bavê xwe hîn bûye û 75 sal in çêdike.
Dema ku bi hespan cot dihat kirin, wê demê palankarî pîşeyekî zêdetir bi qedr û qîmet bû. Lê vê gavê ji ber pêşketina teknolojiyê, hesp îdî ji bo cot nayên bikaranîn û traktor ketin şûna hespan, ev pîşe jî tê terikandin û zêde kes xwe nade vê pîşeyê. Gelek hosteyên palanan ji ber ku zêde kes palanan nastîne, mecbûr man û dest ji karê xwe kişandin.
Her çend dem û dewran guherî be jî Kamber Çalişkan hê dest ji vê pîşeyê nekişandiye û ji bo gund û bajarên der û dorê bi kaltiya xwe hê jî palanan çêdike. Ji ber ku li Herêma Anadoluya Rojhilatê heywandarî hê xurt e, Kalikê Kamber jî naxwaze dest ji vî karî bike û dixwaze hînî neviyên xwe jî bike.
Kamber Çalişkan got ku wî 13 saliya xwe da dest bi çêkirina palanê kiriye.
Çalişkan destnîşan kir ku ew hewl dide vî karê li ber jibîrbûnê hînî neviyên xwe bike û wiha got, "Li vî welatî herçend balafira me hebe jî me pêdivî bi palanan jî heye. Ev der memleketê heywandariyê ye. Li vir însan debara xwe bi heywandariyê dikin. Emê vê pîşeyê berdewam bikin. Min ev kar fêrî law û neviyê xwe kir. Heger bixwazin dikarin bidomînin."
- Tekane hosteyê palanan ê deverê kalê Kamber
Çalişkan bal kişand ku heya emrê wî têrê bike ewê li ser vî karî berdewam be û wiha axivî:
"Emê vê pîşeyê ku ji bav û kalan maye nedin jibîrkirin, emê bidomînin. Li vê deverê tu kes vê pîşeyê nake. Ez li vir temîrê dikim. Ez li vir bermîlkên hespan çêdikim. Digel vî emrê xwe ez vî karî didomînim."
Çalişkan got ku ew bi taybetî "palanê Qafqas" ê 200 salî û bi destan hatiye çêkirin wek çavê xwe dinêhêre, lewra bav û kalên wî ji bo çêkirina palanan hîn bibin çûne Rûsyayê û çêkirina vê pir zehmet e.
Çalişkan got ku hostayên din jî vî palanî çêdikin û wiha axivî: "Lê ew nikarin bi heman qalîteyê çêbikin. Ev ji postê heywanan tê çêkirin û em singer dixin hundirê wan. Ev bi keda destan tê çêkirin û bi destan neqiş dikin. Destên me diterikin ji ber zehmetiya çêkirina vê."
Ertugrul Çalişkanê (57) kurê Kamber Çalişkan jî got ku ew dixwazin karê bavê xwe dewam bikin û wiha axivî: "Bavê me hewl dide ku em vî karî ji bîr nekin. Li vê herêmê ji bilî me tu kres palanan çê nake. Ji Îzmir, Stenbol, Enqere û bajarên din muşteriyên me hene. Bihayê palanên me di navbera 400 û 600 lîreyî de ne."