Heyeta parlementerên filistînî ya bi serokatiya Cîgirserokê Meclisa Filistînê Ehmed Bahar, Anadolu Agency (AA) ziyaret kirin.
Heyet wek mêvanên Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) hat Tirkiyeyê. Heyet ji bo ku der barê xebatên AAyê û vîzyona wê ya 2020an de agahiyan hilde hat AAyê.
Rêvebirê Weşana Nûçeyên Navneteweyî ya AAyê Hasan Oymez heyet pêşwazî kir û der barê xebatên AAyê de agahî da heyetê.
Oymez got ku AA di Akademiya Nûçeyan de ji bo nûçegihaniya vejen, şer, dîplomasî, aborî û yên din de perwerdeyê dide rojnamevanên herêmî û biyanî. Oymez got ku AA wê kêfxweş bibe ku perwerdeyê bide rojnamevanên filistînî.
Cîgirserokê Meclisa Filistînê Ehmed Bahar jî li ser navê meclis û gelê Filistînê spasiya AAyê kir.
Bahar wiha axivî: "Ajansa we bi taybetî li Qudis, Xeze û Ramallahê ofîs vekiriye û ew jî nîşan dide ku hûn girîngiyê didin mijara Filistinê. Em ji bilî tecrubeyên siyasî û aboriyê yên Tirkiyeyê, dixwazin ji hêla çapemeniyê ve jî sûdê ji AAyê verbigrin."