Abdullah Tel
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ANKARA
Endeksa îstixdama pîşesaziyê di sala 2017an da li gor sala 2016an ji sedî 0,2 zêde bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) "Endeksa Xebatkarên Qada Pîşesaziyê" yên par ên çaryeka 4emîn eşkere kir.
Li gor vê endeksa îstixdama pîşesaziyê ya ji tesîrên demsal û salnameyê hatiye safîkirin di çaryeka dawîn a sala par va li gor çaryeka beriya xwe ji sedî 0,8 zêde bû.
Endeksa îstixdama pîşesaziyê ya ku ji tesîra salnameyê hatiye safîkirin jî li gor heman heyama sala 2016an ji sedî 2,1 bû û ev endeks li gor salê jî ji sedî 0,2 zêde bû.
Endeksa mehanî-bihayê brut a çaryeka dawîn a sala par ku ji tesîra salnameyê hatiye safîkirin li gor heman çaryeka pêrar ji sedî 14,1 û di sala 2017an da jî li gor sala beriya xwe ji sedî 12,5 zêde bû.