12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
2017 Azmûna Hîndekariya Bilind (YGS) ku qonaxa yekemîn a azmûna zanîngehê ye, bi dawî bû.
YGS ku bi tevahî 2 milyon û 265 hezar û 902 namzedî serî lê da, li 7 hezar û 646 avahiyî û bi 350 hezar peywirdarên azmûnê va hat kirin. Azmûnê di seat 10.00an da dest pê kir û ji bo 160 pirsî 160 deqîqe wext dan namzedan.
Namzed bona kontrolên nasname û ewlekariyê serê sibê zû hatin ber avahiyên ku dê bikevin azmûnê.
15 deqîqe beriya destpêkirina azmûnê, miemeleyên wergirtina namzedan a bona salonan kuta bûn û herwiha di saet 9.45an da avahiyên azmûnê hatin girtin.
Di azmûnê da li gorî mufredata Wezareta Perwerdeya Neteweyî testa tirkî, testa zanistên civakî, testa matematîkê û testa zanistên fenî cih girtin. Herwiha di YGSyê da ji tirkî 40, ji dîrokê 15, ji erdnîgariyê 12, ji felsefeyê 8 ji çanda dînê û felsefeyê 5, ji matematîka sereke 40, ji fîzîkê 14ê, ji kîmyayê 13 û ji biyolojiyê jî 13 pirs hatin pirsîn.
Dê ji namzedan ra encamname neyê şandin. Namzed dm encamên xwe yên YGSyê bi nimroya xwe ya nasname û şîfreya xwe ya OSYMyê va li ser "https://sonuc.osym.gov.tr" adresa înternetê bikaribin hîn bibin.