İbrahim Atmaca
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 30 Hezîran 2019
Li Gazîantebê dilê cotkaran heye ku bi gilyazên qaxkirî zêdetir dahatê bi dest bixin.
Yekîtiya Hilberîneran a Fêkiyên Bidendik a Şehîtkamilê bi piştgiriya Midûriya Enstîtuya Lêkolîna Çandinî ya GAPê (GAPTAEM) projeyê dimeşîne û di çarçoveya projeyê da wê gilyazên ku di sezona xwe da kîloya wan heta 2,5 û 3 lireyî dikeve qax bike û bihatir bifroşe.

Serokê Yekîtiyê Enver Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Gazîantebê nêzî 25 salan e 6 hezar û 500 donimê wê li navçeya Şehîtkamilê bi tevahî li ser qadeke 18 hezar donimî gilyaz tê danîn û herî zêde jî cisnê gilyazan ê "Napolyon"ê tê danîn.
Yildiz diyar kir ku ew ê bi projeya qaxkirina gilyazan va ku bedela wê 620 lire ye, gilyazan qax bikin û bifroşin û wiha dewam kir:"Bi vî hawî cotkarên me wê hê zêdetir qezenc bikin. Li bajarên din jî gilyazan qax dikin û biha difroşin. Tu gilyazan di nav hefteyekê da nefiroşî tê biavêjî sergoyê. Lê tu qax bikî, hezkî mehekê şûnda bifroşe, hezkî 4-5 meh şûnda bifroşe. Tiştek pê nayê. Vê gava em di qonaxa îhaleyê da ne."