Aborî

Piyaseyên kurewî ji ber rageşiya Amerîka-Îranê nerênî xuya dikin

Piyaseyên kurewî ji ber rageşiya Amerîka-Îranê nerênî xuya dikin û herwiha îro daneyên ku dê li Amerîkayê bên ragihandin û bandora bilindbûna qebûla rîska jeopolîtîk a li ser bihayên emtîayê dê bên şopandin.

Önder Beyter  | 25.06.2019 - Rojanekırın : 26.06.2019
Piyaseyên kurewî ji ber rageşiya Amerîka-Îranê nerênî xuya dikin

Istanbul

Piyaseyên kurewî ji ber rageşiya Amerîka-Îranê nerênî xuya dikin û herwiha îro daneyên ku dê li Amerîkayê bên ragihandin û bandora bilindbûna qebûla rîska jeopolîtîk a li ser bihayên emtîayê dê bên şopandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya serokatiyê ku astengkirinên nû dide ser rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, Wezîrê Karên Derva Cewad Zerîf û 8 fermandarên payebilind, îmze kir. Xamineyî, Zerîf û fermandarên Îranî ku li lîsteya astengkirina fînansî ya Amerîkayê hatin zêdekirin, bi vî awayî ji pergala fînansî ya Amerîkayê bi temamî hatin îzolekirin.

Piştî vê geşedanê, peywirdarên Îranî bal kişandin ku astengkirinên Amerîkayê tên wê wateyê ku rêya dîplomatîk a digel Washingtonê bi awayekî mayînde xitimî.

Daneyên ku di piyaseyan da dê îro bên şopandin wiha ne;

16.00 Amerîka, meha nîsanê Endeksê Bihayê Avahiyan FHFA

17.00 Amerîka, meha hezîranê Endeksê Pîşesaziya Îmalatê Richmond Fed

17.00 Amerîka, meha gulanê firotina avahiyên teze

17.00 Amerîka, meha hezîranê Endeksê Pêbaweriya Xerîdaran Conference Board

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.