Deniz Çiçek Palabıyık
15 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
ANKARA (AA) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek wê Dohaya paytextê Qeterê du rojan beşdarî Foruma Aboriyê ya Qeterê bibe.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Şîmşek duh li Bruegela saziya fikr û ramanê ya Brukselê beşdarî çalakiya "Tirkiye: Pêşketina di ekosîstema Ewropayê da" bû û li wir axivî. Şîmşek piştî ziyareta xwe ya li Brukselê derbasî Qeterê bû.
Şîmşek wê li Dohayê beşdarî Foruma Aboriyê ya Qeterê bibe. Forumê du rojan dewam bike.
Şîmşek wê îro di rûniştina forumê ya bi navê "Avakirina Aboriyên Reqabetkar" da biaxive û beşdarî civînên karsazan jî bibe. Şîmşek wê bi bankeyên ku beşdarî forumê bûne ra jî yek bi yek hevdîtinan bike.