Erhan Cihan Ünal
31 Gulan 2024•Rojanekirin: 02 Hezîran 2024
Aboriya Tirkiyeyê di çareyekê yekem ê salê da ji sedî 5,7 geşedan bi dest xist.
Saziya Amarê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên hasileya nesafî ya nav welêt (GSYH) a çareyekê yekem ê salê (çile-adar) eşkere kir.
Li gorî vê texmîna yekem a çaryekê pêşîn ê sala 2024an a GSYHê, weke endeksa qebareya zincîrkirî, bi hevberkirina çaryekê pêşîn ê par va, ji sedî 5,7 mezin bû.
Bi rêbaza hilberînê texmîna GYSHyê di çaryekê pêşîn da bi bihayên carî va bi hevberkirina çaryekê pêşîn ê par va, ji sedî 90 zêde bû û gihişt 8 trilyon û 822 milyar û 248 milyon lireyî. Heman rêje li sar asta dolar weke 285 milyar û 572 milyon dolarî hat tomarkirin.
Rêjeya geşeya aboriya Tirkiyeyê ji sala 2020an û vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:
| Sal | Çaryekê 1ê | Çaryekê 2yê | Çaryekê 3yê | Çaryekê 4ê | Salane |
| 2020 | 4,4 | -10,3 | 6,5 | 6,4 | 1,9 |
| 2021 | 7,5 | 22,2 | 7,9 | 9,6 | 11,4 |
| 2022 | 7,8 | 7,6 | 4,1 | 3,3 | 5,5 |
| 2023 | 4 | 3,9 | 6,1 | 4 | 4,5 |
| 2024 | 5,7 |
|
|
|
|