İbrahim Atmaca
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ragihand, "Em ê Lijneya Kontrola Bacan ji nû va bihonin."
Albayrak herwiha got, "Jimara fîrmayên ku piştgirî dan Bernameya Têkoşîna Topyekûn a Dijî Enflasyonê ji 500î derbas bû."
- Di binê şeş sernavan da KDV û OTV tê erzankirin
Wezîr Albayrak anî ziman ku ew ê di binê şeş sernavan da KDV û OTVyê erzan bikin û wiha pê de çû:
"Em sepana di firotina xaniyan de ji sedî 18an daxistina rêjeyên KDVyê heta sedî 8an heta dawiya salê didomînin. Em ji sedî 4an daxistina sedî 3yan a xercên tapûyê heta dawiya salê didomînin. Em di sektora mobîlyayê de rêjeya KDVyê ji sedî 18an dadixin 8an."