Türkan Tosun
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak der barê reqamên mezinbûnê da got: "Di çalakiya îqtisadî da ya herî xirab li paş me ma. Di mezinbûnê da texmînên herî xirab pêk nehatin."
Albayrak li se hesabê xwe yê medyaya civakî daneyên mezinbûnê ya sala 2018an nirxandin.
- "Di çalakiya îqtisadî da ya herî xirab li paş me ma"
Wezîr Albayrak got der barê çaryeka dawîn a par da got di kêmdana carî û enflasyonê da daketin çêbûye û wiha dewam kir: "Di çalakiya îqtisadî da ya herî xirab li paş me ma. Di mezinbûnê da texmînên herî xirab pêk nehatin."
Albayrak anî ziman her çiqas di mezinbûna qada kurewî da zêde pêşvaçûn tune be jî, êrîşa spekulatîf ya cidî hatibe kirin jî rewşeke aboriyê ya wek salên 2001 û 2008an çênebûye û di demeke kin da ev rewşa nebaş derbas bûye.
- "Emê gavan bavêjin û pêvajoyê xurt bikin"
Albayrak got mezinbûna çaryeka dawîn a sala 2018an li gor texmînan pêk hat û wiha pê da çû: "Em wisa bawer dikin di 2019an da mezinbûn wê wek li gor YEPê ya ku em texmîn dikin wê çêbibe. Ji nîsanê pê va di aliyê binyadî da emê gavan bavêjin û pêvajoyê xurt bikin, polîtîkayên xwe bibiryar bimeşînin."