Abdullah Tel
28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di meha adarê da li gor heman meha par ji sedî 13,6 zêde bû û derket 14 milyar û 496 milyon dolarî.
Îstatîstikên berwext ên bazirganiya bi derva ra yên meha adarê ku Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) û Wezareta Gumruk û Bazirganiyê bi şirîkatî amade dikin, hatin eşkerekirin.
Li gor vê îxracat li gor heman meha par ji sedî 13,6 zêde bû û derket 14 milyar û 496 milyon dolarî.
Di heman demê da îdxalat jî ji sedî 6,9 zêde bû û derket 18 milyar û 988 milyon dolarî.
Di vê heyamê da ferqa navbera ticareta bi derva ra ji 5 milyar û 7 milyon dolarî sedî 10,3 kêm bû û daket 4 milyar û 492 milyon dolarî.