Hülya Ömür Uylaş
10 Hezîran 2024•Rojanekirin: 11 Hezîran 2024
Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê di meha nîsanê da li gor meha borî 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5. Di vê heyamê da hejmara bêkaran wek 3 milyon û 42 hezar kes hat qeydkirin.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha nîsanê eşkere kir.
Li gor vê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir in di nîsanê da li gor mehek berê 18 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 42 hezar.
Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par 1,5 puan kêm bû.
Rêjeya bêkariyê di nav mêran da ji sedî 7,2 û di nav jinan da jî ji sedî 11,1 hat texmînkirin.