Önder Beyter
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di meha gulanê da li gorî heman meha sala borî ji sedî 12,5 zêde bû û derket 13 milyar û 616 milyon dolarî, herwiha îtxalat jî ji sedî 21,7 zêde bû û derket 20 milyar û 923 milyon dolarî.
Îstatîstîkên berwext ên bazirganiya derva yên ku ji aliyê Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (SÎT) û Wezareta Gumrik û Bazirganiyê va ji bo meha gulanê hatin amadekirin, eşkere bûn.
Li gorî vê, di meha gulanê da li gorî heman meha sala borî ji sedî 12,5 zêde bû û derket 13 milyar û 616 milyon dolarî. Herwiha îtxalat jî di heman serdemê da ji sedî 21,7 zêde bû û derket 20 milyar û 923 milyon dolarî.
Di vê serdemê da ferqa bazirganiya derva jî ji sedî 43,3 zêde bû û ji 5 milyar û 98 milyon dolarî derket 7 milyar û 307 milyon dolarî.
Rêjeya îxracatê ya beramberiya îtxalatê, di gulana sala borî da ji sedî 70,4 bû, lê di heman meha îsal da jî berjêrî ji sedî 65,1ê bû.