Nihat Kavşut
03 Nîsan 2020•Rojanekirin: 04 Nîsan 2020
Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) di meha Adarê da salane ji sedî 0,57 û Endeksa Bihayê Hilberîneran ya Navwelêt (YÎ-UFE) ji sedî 0,87 zêde bû. Enflasyona salane di bihayên serfkaran da ji sedî 11,86 û di bihayên hilberîneran ya navwelêt da wekî sedî 8,50 pêk hat.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TÛÎK) di meha Adarê da li gor 12 mehan bihayên serfkaran ji sedî 13,33 û bihayên hilberîneran ya navxweyî ji sedî 12,61 zêde bû.
Li gor daneyan mehane TUFE ji sedî 0,57 û YÎ-UFE ji sedî 0,87 zêde bû.
TUFE di Adarê da li gor Kanûna sala par ji sedî 2,29 û gorî heman meha par ji sedî 11,86 zêde bû.
YÎ-UFE gorî Kanûna 2019an ji sedî 3,22 û gorî Adara sala par ji sedî 8,50 zêde bû.