İbrahim Atmaca
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 08 Nîsan 2020
Teblîxa Îxrackirina Lîmonan a Wezareta Bazirganiyê di Rojnameya Fermî da weşiya û ket rewacê.
Li gor biryarê di îxrackirina lîmonên ter da (hişkirî ne tê da) wê pêşda ji Wezareta Çandinî û Daristanê destûr were xwestin. Usûl û esasên destûra pêşda dîsa wê ji aliyê vê wezaretê va were meşandin.
Biryar wê ji îro pê va heta 31ê tebaxa 2020î were sepandin.
Beyanên ku beriya vê biryarê hatine tescîlkirin, girêdayî vê sepanê nînin.