Arife Yıldız Ünal
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Xebatên li Pireya Hesenkêf-2yê ya ew ê bibe ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê hatin temamkirin, merasima vekirina pireyê ew ê bi beşdariya weşana zindî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va îro were lidarxistin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji Wezareta Binesazî û Gihandinê sitand, pireyê kêrî çûyîn û hatina Hesenkêfa barî ciyê teze kiribûn were, wekî mayîn pirsgirêka rêya Batman-Mîdyadê çareser bike.
Dirêjahiya pireyê 1001 mêtro ye û ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê ye. Li ser pireyê ji bo peyayan jî rê hat çêkirin.
Bilindahiya piyên pireyê herî zêde 90 mêtro, firehiya herî dirêj a di navbera piyan da 168 mêtro ye. 681 mêtroyên pireyê bi konsolên hevkêş, 320 mêtroyên wê jî bi beştên prefabrîk hat avakirin.
Ji ber Bendava Ilisuyê rêbejaya Batman-Mîdyad-Hesenkêf-Gercûşê di binê avê da mabû ji bo rêya dora bendavê bigihêje Hesenkêfa Teze Pireya Hesenkêf 2yê hat avakirin.
Li bendê ne ku Adil Karaîsmaîlogluyê Wezîrê Binesazî û Gihandinê pireyê ji xizmetê ra veke.