Malbata Cotkar a Wanî dê ekînezyaya reşandine bifiroşin saziyên dermanan
Van
Erdal û xanima wî Oznur Erdogan a li Edremîta navçeya Wanê dimînin ji xwe ra zeviyeke 5 donimî kirê kirin û li serê ji nebatên tibî ekînezya ajotin û wê bifiroşin fîrmayên dermanan çêdikin.
Erdoganên sebiyek wan heye û li Taxa Elmaliyê par çûn bexçeyê nebatên tibî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê û ekînezyayê ku jê ra dibêjin giyayê jûjî jî dîtin.
Ji hîndekarên zanîngehê der heqê nebatê da agahî hildan û li ser vê jî li gundewarê taxa lê dijîn zeviyeke 5 donimî kirê kirin û biryar dan ku ekînezyayê lê daynin.
Erdoganan şitil ji zanîngehê temîn kirin û du sal berê danîn û îsal cara ewil wê berhev bikin.
Ev nebata tibî piştî ajotinê di nav salekê da sê caran tê berhevkirin û tê payîn ku ji bêdera xwe ya îsal qasî tonekê rakin.
Erdal Erdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan berê qet navê vê nebatê jî nizanibûn lê niha wê berhev bikin.
Erdogan got ku ew ê vê nebatê bifiroşin saziyên dermanan çêdikin û wiha domand: "Bazara vê nebatê heye. Me par danî lê îsal em ê cara ewil berhev bikin. Di her berhevkirinê da em li bendê ne di navbera 300 û 350 kîlogramî da bê berhevkirin. Çîçekên wê tên hişkkirin û wisa tê firotin. Kîlograma wê bi 180 lireyî ye û ji niha va çend saziyan ji min xwestin jî. Zehmetiyên wê zêde tunene û heke min genim danîbûya evqas dahat jê nedihat."