
Kilis
Li Kilîsê digel çinîna îsota sor mesaiya kevneşopî ya îsota hêrandî didome.
Îsotên ku tên çinîn, li ber tavê tên raxistin û piştî ku hişk bû wê dikin îsota hêrandî.
Cotkar serê sibê dest bi kar dikin û di vê pêvajoya zehmet da deverên ku îsot lê tên raxistin sor dibin.
Rêveberê Çandinî û Daristanan yê Parêzgeha Kilîsê Levent Kuçuk serdana gundê Hasancaliyê yê ser bi navçeya Musabeyliyê kir.
Kuçuk ji nûçegiahnê AAyê ra anî ziman ku li Kilîsê li ser 54 hezar dekar erd îsot tê hilberandin û piştî çinîna îsotan karê raxistina wan dest pê dike.
Kuçuk got, "Gundê Hasancaliyê di emilandin û hilberîna îsotê, selçeya îsotê û îsota hêrandî da li ser asta parêzgehê xwedî cihekî giring e. Îsot li ser 1500 dekar erdî tê hilberandin ku di Pergala Tomarkirina Cotkaran da tomarkirî ye. Nêzîkî 100 hezar ton îsota ji bo selçeyê û 51 hezar ton îsota sor ji bo biharatan ku li parêzgeha me têne hilberandin, di 2 kargehên selçeyê û 27 tesîsên hilberîna îsota hûr û biharatan da têne emilandin."
Mikail Dumanê yek ji hilberîneran, diyar kir ku wan piştî berhevkirin û hişkkirinê îsot derxistine bazarê û got ku ew li bendê ne ku ji 20 donim erdê nêzîkî 12 ton îsota hûr berhev bikin ku ew ê wan wekî biharat bi kar bînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.