Aborî

Li Qersê cotkar lazûtê silajê yê ku berhema wî zêde ye diçinin

İdris Karaoğul  | 04.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Li Qersê cotkar lazûtê silajê yê ku berhema wî zêde ye diçinin İdris Karaoğul

Kars

 Beriya zivistanê li Qersê dirûna (çinîna) lazûtê silajê yê ku ji bo dabînkirina xwarina ajalan hatibû çandin, didome.

Li Qersa ku yek ji navendên girîng yên çandinî û heywandariyê ye, cotkarên dewaran ji bo dabînkirina xwarinê, berê xwe didin hilberîna lazûtê (gelaşê) silajê. Bi taybetî li navçeya Akyaka û gundên wê yên xwedî zeviyên berhemdar, xebatên dirûna lazûtê silajê bi lez û bez didome.

Cotkar lazûtê ku havînê çandine, bi traktoran dirûnin (diçinin). Piştî dirûnê, lazût tê parçekirin û di çalên silajê da ji bo fermantasyonê tê hiştin.

Berhema silajê ya îsal ku di zivistanê da weke çavkaniya sereke ya xwarina heywanan tê bikaranîn, zêde ye û ev yek jî cotkaran kêfxweş kir.

Mustafa Şimşekê cotkar ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal wan demsalek gelek berhemdar derbas kiriye.

Şimşek diyar kir ku xebat bi lez û bez didome û wiha got, "Ji dekarê me 10 ton berhem girt, me 20 dekar çand, me avdanî, zibilkirin û lênêrîna wê kir. Niha em dirûnin û depoyê dikin. Em xwê an jî kayê dirijînin ser silajê û bi traktoran pê dixin (datînin). Em bi naylonê datînin da ku xera nebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın