Haydar Şahin
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 01 Îlon 2019
Li Çêlikana navçeya Adiyemanê çinîna titûna gelê herêmê pê debara xwe dike dewam dike.
Pale titûna li 32 hektar erdî hatiye danîn ber destê sibê tên zeviyan diçinin, titûna ku diçinin jî bi traktoran dibin ber îskeleyên wekî serayan amade kirine didin ser hev.
Pale pelgên titûnê yekoyeko li ta dixin piştî temamkriian hemû karan jî titûna xwe difroşin.

Abdurrahman Kayayê Serokê Odeya Zîraetê ya Çêlikanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal li gor par bi ber û bereket derbas bû û qalîteya titûnê zêde ye.
Kaya bal kişand ku li 32 hektar erdî titûn danîne û wiha axivî: "Em li bendê ne ku îsal rekolte bigihîje 7 hezar tonî. Îsal li gor par nexweşî jî pê neket. Li Çêlikanê xêncî titûnê deriyê dahatê tune. Dexl û danekî bibe alternatîfê titûnê jî tune lewra eraziyê me hindik e. Bi tevahî 32 hektar erazî heye."
Kaya got qalîteya titûna li navçeyê hêşin dibe cuda ye, dibê titûna wan û titûnên din tev hev nekin.
Kaya got ji bo ku titûna xwe bidin nasîn xebatên xwe didomînin û wiha pê da çû: "Ji bo avakirina kooperatîfê xebatên me dewam dikin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku dibê ji bo titûnê rêziknameyê derxin. Em dixwazin titûn were qeydkirin, em baca xwe bidin. Em titûna xwe wekî marqe bifroşin."

- "Titûn karekî bi zihmet e"
Selahattîn Keskînê cotkar jî got li 1,5 dolim erd titûn daniye, bi taybetî havînê ji bo çinîna titûnê zehf zêde dixebitin.
Keskîn bal kişand ku dest bi çinîna titûnê kirin û wiha axivî: "Piştî çinînê em ê pelga ji hev derxin ûpaşê hişk bikin. Titûn karekî bi zihmet e. Em di binê kelekela tavê da dixebitin."
Mehmet Demirciyê pale jî got li zeviyan dixebite û pê mesrefa xwe ya xwendingehê derdixe.
Dîlan Dîlbaşa pale jî got ligel germahiyê li zeviyê titûnê diçine û wiha pê da çû: "Hewa zehf germ e lêbelê dibê bixebitim. Hem aliyê malbata xwe dikim hem jî mesrefa xwe ya xwendingehê derdixim. Ez dixwazim bibim parêzer."