Aborî

Hilberînerê hingiv ê Wanî, 16,5 ton hingiv şand Dubaiyê

Emre Ilıkan  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Hilberînerê hingiv ê Wanî, 16,5 ton hingiv şand Dubaiyê Emre Ilıkan

Van

 Halil Taşdoganê 47 salî ku li Wanê karê hilberîna hingiv dike, li tesîsa ku bi piştevaniya dewletê çêkir, 16,5 ton hingivê şimayê hilberan û şand Dubaiyê.

Halîl Tandoganê nûnerê nifşê sêyemîn ê malbata Tandogan ku nêzîkî 75 sal berê dest bi karê hilberîna hingiv kiriye û bavê çar zarokan e, du sal berê ji Bernameya Piştgiriya Veberhênanê ya Pêşxistina Gundewarî ya Wezareta Çandinî û Daristanan, him avahî û him makîne wergirt.

Tandoganê ku bi piştgiriya dewletê pîşeya xwe ya kevneşopî ya malbata xwe pêş xist, li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê, tesîseke bi qadeke 5 hezar metreçarçik ava kir ku qebareya wê ya rojane ya hilberandin û pakkirina hingiv 4 ton e.

Tandoganê hingiv ji hilberînerên herêmê berhev dike û hem di şiklê şaneya hingiv de û hem jî piştî parzûnê li tesîsa xwe pakêt dike. Bi vî karî jî ji bo 20 kesan jî kar peyda kir.

Tandogan par hingiv bi siparîşê ji bo bazara navxweyî û her wiha ji bo DYA, Almanya û Yemenê şand. Îsal piştî prosedurên gumrikê, wî 16,5 ton hingivê şimayê bi TIRekê şand Dubaiyê.

- "Me hingivê bi kalîte yê dereceya yekê şand Dubaiyê"

Tandogan ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dixwaze di bazara navnetweyî da hingivê Wanê zêdetir bide nasîn.

Tandogan diyar kir ku armanca wî ew e ku bi berfirehkirina tesîsa xwe bêtir beşdarî aboriyê û îstixdamê bibe û wiha pê da çû:

"Tesîsa me li ser rûberek 5 hezar metreçarçik hatiye avakirin. Me projeya xwe di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Veberhênanê ya Pêşxistina Gundewarî ya Wezareta Çandinî û Daristanan de pêk anî. Em yek ji mezintirîn tesîsên pakkirin, hilberandin û enbarkirina hingiv li herêmê ne."

Tandogan behsa îxrackirina hingiv kir û got, "Me 16,5 ton hingiv li TIRan bar kir û şand Dubaiyê. Nimûneyên ku ji hingivê me ji aliyê memûrên gumrikê va hatine girtin ji laboratûarê ra hatin şandin û encam hatin piştrast kirin. Me hingivê bi kalîte yê dereceya yekê şand Dubaiyê. Peymanek din bi Dubaiyê ra heye ku em bi qasî 250 ton hingiv, bi 20 TIRan bişînin. Em kêfxweş in. Ev ê berdewam be. Em ê dovîzê bînin welatê xwe. Di heman demê da, hevalên me yên mêşvan jî dê ji vê sûd werbigirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.