Aborî

Jineke pêşengkar ji Mûşê li tesîsa ku vekiriye rojane 10 ton şîr hildiberîne

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Jineke pêşengkar ji Mûşê li tesîsa ku vekiriye rojane 10 ton şîr hildiberîne İbrahim Yaldız

Muş

 Jineke pêşengkar ji Mûşê, bi piştevaniya dewletê tesîseke şîr ava kiriye û rojane 10 ton şîr hildiberîne.

Ayşegul Merîç (41) a derçûya lîseyê, ku di sala 2012an de ji Ajansa Pêşvebirina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) piştgiriya alavan wergirt, li ser kîlometreya 15emîn a rêya Mûş-Bîngolê tesîseke hilberandina şîr ava kir.

Merîçê bi vî awayî xewna xwe pêk anî û bi alîkariya hevserê xwe dest bi hilberîna penîrê lorik, penîrê spî, penîrê sîrik, penîrê qeşar, penîrê kolot, digel nîvişk, mast û dew kir.

Merîçê şev û roj li tesîsa xwe dixebite û rojane 10 ton şîrê ku ji gund û çewligên Mûşê tê berhevkirin, karê xwe didomîne.

Meriça ku van berheman li bajar û parêzgehên derdorê yên Herêma Deryaya Reş difroşe, armanca wê ew e ku kargêriya xwe berfireh bike û li seranserê welêt bibe marqe.

Merîçê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew gelek berheman li kargeha xwe hildiberîne û got, "Em berhemên xwe difiroşin parêzgehên derdora Mûşê. Ev 12 sal in, em penêr û nivîşkê xwe yê Kolot dişînin Herêma Deryaya Reş. Min di sala 2012an de bi piştgiriya alavên DAKA (Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê) tesîs ava kir. Hevserê min piştgiriyê dide min û em bi hev re hilberînê dikin. Wekî jineke karsaz, ez bi zehmetiyan ra rû bi rû dimînim ji ber ku hilberandina şîr karekî pir dijwar e. Ne şev, ne roja me heye ne jî bêhnvedan û betlaneya me. Em hemû dema xwe ji bo karê xwe terxan dikin. Zehmetî hene, lê em dilxweşî karê xwe dikin."

- "Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî aborîyê dibim"

Merîçê diyar kir ku ew pir dixwaze karê xwe berfirehtir bike û li seranserê welêt hilberînê bike û wiha pê da çû:

"Berhemên me bi tevahî siruştî ne; em ti madeyên lêzêdekirî bikar naynin. Bêyî piştgiriya dewletê, me nedikarîbû vî karî ava bikin û birêva bibin. Em li vir ji bo 10 kesan îstixdama kar dikin. Ji bo piştgiriyê, ez spasiya DAKAyê bikim. Em plan dikin ku tesîsa xwe berfireh bikin. Hevserê min di vê yekê da piştgiriyê dide me. Ez spasiya wî dikim ku her gav li kêleka min. Em serê sibê zû dest bi kar dikin. Em şîrê xwe ji gund û zeviyên Mûşê peyda dikin. Em rojane 10 ton şîr li tesîsa xwe çêdikin. Ji sedî 60ê wê ji bo çêkirina cûrbecûr penêr tê bikaranîn, û yê mayî jî ji bo çêkirina mast û dew tê bikaranîn. Ez pir kêfxweş im ku bi vê tesîsa nûjen a ku me ava kiriye beşdarî aboriya parêzgeha xwe dibim. Hêvîdar im ku em ê hîn bêtir pêş bikevin."

Mustafa Meriç jî got, "Hevsera min bi piştgiriya dewletê kargeheke hilberandina şîr a pir baş ava kir. Ez alîkariya wê dikim. Em berheman dişînin parêzgehên cîran. Hevsera min pêşengkareke nimûne ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın