Dolar piştî 6 mehan cara ewil daket binê 7 lireyî
Istanbul
Dolar bi 6,9979 lireyî va ji 5ê tebaxa 2020î vir va daket sewiyeya herî kêm.
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi daxuyaniya "di aboriyê da heyama nû", paşê bi daxuyaniyên Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Lutfî Elvan û Serokê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) Nacî Agbal va perê Tirkiyeyê qîmetê qezenc dike.
Bi tevdîrên Saziya Verastkirin û Kontrolê ya Bankevaniyê (BDDK) û TCMByê va leza ketina dolar zêde bû.
Dolar par di meha mijdarê da heta 8,5832 lireyî va rekor şikand û ji wê rojê heta niha daket û îro ket binê 7 lireyî.
Dolar îro ji saet 10.00î pê va li gor girtina herî dawî ji sedî 0,4 kêm bû û dora 7,0100î tê firotin. Qîmeta dolar ji meha mijdarê heta niha ji sedî 18 kêm bû.
Di heman deqîqeyan da avro/TL ji sedî 0,3 kêm bû û bi 8,5027, sterlîn/TL jî ji sedî 0,2 kêm bû û bi 9,7290 lireyî tê firotin.