Ji Wezîr Yildiz hat xwestin ku daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ya der barê qeyrana sewqiyata neftê û budçeyê ya di navbera wan û hikûmeta Bexdayê de ku duhê gotibû: "Heta îro me gelekî sebir kir, lê sînorê sebra me jî heye û divê her kes vê bizanibe" şîrove bike. Li ser vê Yildiz wiha got:
"Di têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de nediyariyek heye. Car caran nêzî hev dibin carinan jî ji hev dûr dikevin. Neft ya Iraqê ye. Yên ku vê neftê hildibêrînin birayên me yên Iraqî ne. Di dawiyê de petrola ku li wê derê tê hilberandin dê bê şandin. Em tim dibêjin ku eger neft bê hilberîn em ê derbasî piyaseyên dinyayê kin û dê bê firotin. Ev neft nabe ku di depoyan de bisekine. Dema ku Wezîrê Neftê yê Iraqê birêz Lûaîbî hat Tirkiyeyê peyamên gelekî mutedîl dabû. Bexda û Hewlêrê li hev kiribûn ku rojane dê bazirganiya 100 hezar warîl neftê bikin. Em vê hevokê esil qebûl dikin û em dibêjin ku bila êdî ev neft ji bazarên dinyayê re bê pêşkêşkirin."
-"Di peymanên HKIyê de gaz jî heye"
Li ser pirseka din Wezîr Yildiz got xuya ye ku heta 30ê nîsanê li bazarên dinyayê firotina nefta Iraqê zehmet e û Yildiz wiha dewam kir: "Lewra wan got nefta ku li Iraqê tê hilberandin pêşî ji bo hewcedariya Iraqê paşî jî ji bo firotanê tê amade kirin. Di peymanên me yên ku bi Iraqê re hatin kirin de helbet mijara neftê jî heye. Tirkiye her tim bi awayekî bêalî dixwaze ku hejmara welatên ku xwediyê çavkaniyên gaza xwezayî ne zêde bike. Bi min heta piştî hilbijartinên 30ê nîsanê ew nikarin hilberîna xwe ya neftê zêde bikin. Hin wextê din jî lazim e."
Yildiz li ser pirsa 'Gelo nefta Iraqê kîngê dê ji piyaseyên dinyayê re bê pêşkêşkirin?' wiha got: "Tankên ku nêzî milyon û nîvek warîl in tijî bûn. Nêzî milyonek warîl jî valahî heye. Eger bigihê 2.5 milyon warîl dê sewqiyatê dest pê bike."
Wezîr Yildiz anî ziman ku Xeta Boriya Nefta Xam a Ceyhan û Kerkûkê ji ber hin êrîşan baş naxebite û ev jî zirarê dide Iraqê û wiha dewam kir: "Tu îhtimal tine ku Tirkiye bi HKIyê re peymaneke nû dayne."
Wezîr Yildiz der heqê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî de jî wiha got: "Em dibînin ku daxuyaniyên tund zirarê dide têkiliyên Bexda û Hewlêrê. Daxwaza me ew e ku Iraq li gorî yekitiya xwe tevbigere. Tu îhtimala ku Tirkiye bi Herêma Kurdistana Iraqê re peymaneke nû çêbike tuneye, lê Tirkiye û HKI dikarin bi rêya şîrketên ku tabiyê hukmê zagona taybet in re peymanên nû daynin."