Nihat Kavşut
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê di kamyonetekê da 6 hezar û 760 pakêt cixareyên qaçax hatin qefaltin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Muradiyeyê li texma Unseliya li ser rêya Çaldiran-Erdîşê kamyoneta bi plaqeya 63 HV 490 ku A.T. diajot dan sekinandin.
Di kamyoneta pez tê da hebûn lêgerîn hat kirin û 6 hezar û 760 pakêt cixareyên qaçax hatin dîtin.
Li gor agahiyan A.T.yê şofêr hat binçavkirin.