İbrahim Atmaca
05 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Warêla nefta Brentê li piyaseyên navneteweyî bi 65,26 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta Brentê duh bi 64,94 dolarî dest bi rojê kiri û di nav rojê da heta 66,20 dolarî zêde bû. Îro jî warêla nefta Brentê bi 65,48 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.29an pê va ji sedî 0,33 kêm bû û 65,26 dolarî tê firotin. Di heman deqîqeyan da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,31 dolarî hat firotin.
Ji ber ku Çînê texmîna pêşketina xwe ya îsal ji sedî 6,6ê daxist 6-6,5an di piyaseyan da fikar çêbû û biha hinekî kêm bûn. Her wiha ji bo hevdîtinên bazirganiyê yên navbera Amerîkar û Çînê hêviyên erênî hene.