Türkan Tosun
04 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
TBMM
Di navbera 2016-2017an de 31 hezar û 45 cotkarên ciwan ji Bernameya Piştgiriya Cotkarên Ciwan alîkarî hildan.
Ji bo van cotkaran 931 milyon û 350 hezar lire hîbe hat dayîn.
Îsal jî 503 milyon lire hîbe wê bê dayîn.
Midûriya Giştî ya Reforma Çandiniyê ya Wezareta Xûrek, Çandinî û Heywandariyê raporek amade kir û ev rapor da Komîsyona Lêkolîna Ji Bo Armanca Tespîtkirina Pirsgirêkên Sektora Baxvaniyê û Hilberînerên Tiriyan û Çareseriya Wan.
Li gor vê raporê Bernameya Piştgiriya Cotkarên Ciwan di 26ê sibata 2016an de kete rewacê. Di çarçoveya vê bernameyê de cotkarên ku temenê wan di navbera 18-40an de ye û projeyek amade kirine dikarin heta 30 hezar lireyî hibeyê hildin.
Di navbera salên 2016-2018an de 48 hezar û 100 cotkarên ciwan wê bi giştî milyarek û 443 milyon lire hîbe hildin.
Li gor vê bernameyê di navbera 2016-2017an de 31 hezar û 45 cotkarên ciwan ji Bernameya Piştgiriya Cotkarên Ciwan alîkarî hildan.
Ji bo van cotkaran 931 milyon û 350 hezar lire hîbe hat dayîn. Îsal jî 503 milyon lire hîbe wê bê dayîn.
Ji bo xwedîkirina pez û dewêr, çêkirina tesîsan, mêşvanî, xwedîkirina mirîşkan, gihandina kariyan, cotkariya baxçeyên fêkiyan, baxên tiriyan û gelek mijarên heywandarî, xûrek û çandiniyê de hîbe tên dayîn.