Polîtîka

Ji Wezîrê Edaletê Akin Gurlek daxuyaniya "Tirkiyeya Bêteror"

Oğuzhan Sarı  | 25.02.2026 - Rojanekırın : 25.02.2026
Ji Wezîrê Edaletê Akin Gurlek daxuyaniya "Tirkiyeya Bêteror"

TBMM

TBMM (AA) - Wezîrê Edaletê Akin Gurlek got, "Wekî Wezareta Edaletê me tenê di pêvajoya çêkirina qanûnan a wek teknîkî da ekîbek damezirand. Heger pêdiviya Meclisa me di vê mijarê da hebe, ekîba me ya teknîkî timî amade ye ku bi Meclisê ra bixebite."

Wezîrê Edaletê Akin Gurlek berî Komcivîna AK Partiyê ya TBMMyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Li ser pirsa biwarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror", Gurlek diyar kir ku Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê rapora xwe pêşkêşî Serokatiya TBMMyê kir û teqdîr ya Meclisê ye û wiha got:

"Wekî Wezareta Edaletê me tenê di pêvajoya çêkirina qanûnan a wek teknîkî da ekîbek damezirand. Heger pêdiviya Meclisa me di vê mijarê da hebe, ekîba me ya teknîkî timî amade ye ku bi Meclisê ra bixebite."

Gurlek bal kişand ku di pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da armanca nîhaî ew e ku rêxistina terorê PKK bi temamî çekan dayne û xwe fesix bike û wiha got, "Piştî wê êdî teqdîr li vir ya Meclisê ye. Meclis dê verastkirina çarçoveya qanûnî bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın