Aborî

Întepolê der heqê Ozerê avakerê Thodexê da bultena sor derxist

Orhan Onur Gemici   | 23.04.2021
Întepolê der heqê Ozerê avakerê Thodexê da bultena sor derxist

Ankara

 Întepolê der heqê Faruk Fatîh Ozerê avakerê Thodexê da bultena sor derxist. Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî got ji bo derdestkirina Ozer bi Bledar Cuciyê Wezîrê Edaletê yê Albanyayê ra axivî.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da hat destnîşankirin ku Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji bo Ozerê avakerê Thodexê yê revî Albanyayê ji Midûriyeta Giştî bultena sor xwest.

Li ser vê karûbar hatin dîtin û ji saet 10.00ê îro pê va Întepolê der heqê Ozerê avakerê Thodexê da bulena sor derxist.

Wekî mayîn Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî duh êvarê ji bo derdestkirina Ozer bi Bledar Cuciyê Wezîrê Edaletê yê Albanyayê ra axivî, bi roj jî Mehmet Aktaşê Midûrê Giştî yê Ewlekariyê bi Midûrê Giştî yê Ewlekariya Albanyayê ra axivî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın