Sabri Yıldırım
20 Nîsan 2021•Rojanekirin: 21 Nîsan 2021
Cotkarên Mûşî ji bo ajotina 3 milyon û 570 hezar donim zeviyên li Deşta Mûşê dest bi xebatan kirin.
Bi germbûna hewayê ra cotkar diçin zeviyên xwe û tovê genim, ce, xamkêsan û nebatên din direşînin.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mehmet Aydinê ku li nav zeviyan geriya daxuyanî da rojnamegeran û got ku li deştê nêzî 3 milyon û 570 hezar donim zeviyên ajotinê hene.
Aydin destnîşan kir ku bi hatina biharê ra cotkar tov li zeviyan direşînin, şitilan datînin û hinek ji wan jî erdê xwe yê ajotine gubre dikin.