Özcan Yıldırım
07 Hezîran 2023•Rojanekirin: 08 Hezîran 2023
Komîsyona Tesbîta Mehaniya Kêmtirîn a ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê, ji bo zema navberê ya mehaniya kêmtirîn dê çendekî şûnda kom bibe.
Piştî daxuyaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a piştî Civîna Kabîneyê ya duh a "Di Komîsyona Tesbîta Mehaniya Kêmtirîn da em dest bi xebatan dikin." liv û lebat ket rojeva jiyana kar.
Piştî vê daxuyaniyê, bala însanan çû ser reqama nû ya mehaniya kêmtirîn a ku rasterast zêdeyî 7 milyon xebatkarî û nerasterast jî hemû welatiyan eleqedar dike.
Di vê çarçoveyê da Komîsyona Tesbîta Mehaniya Kêmtirîn a ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê, ji bo diyarkirina zema navberê ya mehaniya kêmtirîn dê çendekî şûnda kom bibe ku mehaniya kêmtirîn niha brut 10 hezar û 8 lire, net jî 8 hezar û 506 lire ye.
Komîsyon piştî eşkerebûna enflasyona meha hezîranê ya dê di 3yê Tîrmehê da ji hêla TUÎKê were ragihandin, dê li gorî enflasyona 6 mehên ewil ên sala 2023yan zema navberê kifş bike.