Mert Davut
04 Adar 2024•Rojanekirin: 05 Adar 2024
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di sibatê da mehane ji sedî 4,53, Endeksa Bihayê Hilberîneran yê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 3,74 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 67,07, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 47,9.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema ku meriv di meha sibatê da bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 55,91, bihayê hilberîneran yê navxweyî jî ji sedî 45,71 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 4,53, YÎ-UFE jî ji sedî 3,74 zêde bû.
TUFE di meha sibatê da li gor meha çileya pêşîn a par ji sedî 11,54 û li gor heman mehê ya par ji sedî 67,07 zêde bû.
YÎ-UFE li gorî çileya pêşîn a 2023an ji sedî 8,03 û li gorî sibata sala par ji sedî 47,29 zêde bû.