Mert Davut
10 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê li gor meha berê di Çileya Pêşîn a 2024an da 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Çileya Pêşîn a 2024an eşkere kir.
Li gor vê, li hemû Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku emrê wan 15 û jortir in di Çileya Pêşîn a 2024an da li gor meha berê 39 hezar kes kêm bû û bû 3 milyon û 26 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî 0,1 puan kêm bû û bû ji sedî 8,5.
Rêjeya bêkariyê, li gor heman mehê ya par jî ji sedî 0,3 puan kêm bû.
Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 6,9, ji bo jinan jî wekî ji sedî 11,4 hat texmînkirin.
Di vê meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an da ne, li gor meha berê 0,5 puan zêde bû û bû ji sedî 16, 3. Di vê koma ku temenê wan hat gotin da rêjeya bêkariyê di nav mêran da wek ji sedî 13,1 û di nav jinan da jî wek ji sedî 22,1 hat hesabkirin.
TUÎKê daneyan hin mehan jî revîze kir.