ANKARA
Ji îro pê ve lîtra mazotê dê 10 qurişî erzan bê firotin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, piştî erzaniyê bihayê mazotê li Enqereyê ji 4,40 lîreyî daket 4,29-4,31 lîreyî, li Stenbolê ji 4,36-4,38 lîreyî daket 4,25-4,27 lîreyî, li Îzmirê ji 4,32-4,33 lîreyî daket 4,22-4,24 lîreyî.
Li gor bihayê ku fîrmayên belavkar kifş dikin, bihayê mazotê li şirket û bajaran diguhere.