WASHINGTON
Fona Pereyê Navneteweyî (IMF) diyar kir ku qewlê deyndayînê yê Yewnanistanê di 30yê Hezîranê de qediya û Yewnanistanê deynê xwe neda. Ev demeke dirêj e ku li wê derê qeyrana aboriyê heye û bi deynnedayînê ve cara 7an e ku Yewnanistan top diavêje.
Berdevkê Çapemeniyê yê IMFyê Gerry Rîce daxuyaniyeke nivîskî ya kurt weşand û tê de diyar kir Yewnanistanê deynê xwe yê ku bi qasî milyar û nîv euro dike neda û ji bo dayînê muhlet xwest.
Rice ragihand ku biryara muhletê wê ji hêla Lijneya Rêveberiyê ya IMFyê ve bê nirxandin û encama dayîn û nedayînê wê bi wî awayî eşkere bibe.
Yewnanistana ku ev cara 7an dikeve temerudê û nikare deynê xwe bide di nav welatên pêşketî de welatê ewil e ku nikare deynê xwe bide IMFyê, bi vê tevgera xwe jî di dîroka IMFyê de di rêza ewil de bi cih bû.