HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku girêdayî peymana budçe û petrolê ya bi Bexdayê ra ne û wiha got: "Heke Bexda girêdayî peymanê nemîne û pirsgirêkan çareser neke wê çaxê hikûmeta Kurdistanê ew ê polîtîkayên xwe yên aboriyê pêk bîne."
Piştî civîna Lijneya Wezîrên HKIyê di malpera hikûmetê ya fermî de daxuyanî hat weşandin. Di daxuyaniyê de cî dan axaftina Barzanî û Barzanî di xaftina xwe de wiha got: "Hikûmeta Kurdistanê li gor şert û mercên peymana Hewlêr-Bexdayê tevgeriya û li gor qanûna budçeya 2015an a Iraqê hereket kir. Lê belê Bexdayê hê qanûna budçeyê nexist rewacê û li gor peymanê hereket nekir. Hikûmeta navendê budçeya heqê herêma Kurdistanê ya 2015an neşand."
Barzanî got ku ew ê wek rêveberiya Hewlêrê çareseriyê di doyalog û mizakereyan dea bigerin û wiha pê de çû:
"Heke Bexda girêdayî peymanê nemîne û pirsgirêkan çareser neke wê çaxê hikûmeta Kurdistanê ew ê polîtîkayên xwe yên aboriyê pêk bîne. Hikûmeta Kurdistanê ew ê li gor qanûna budçeyê ya bi hejmara 2013-5an ji bo temînkirina hewcedariyên xwe rêyeke cuda ji xwe re veke. Barê li ser herêma Kurdistanê ji ber penaberên zehf zêde dibe. Bexda jî budçeya me naşîne. Di rewşeke wiha de em nikarin mehaneya memûran jî bidin."
Barzanî pêşnûmaya qanûna "hilbijartin û sîstema serokatiya herêmî" ya ku YNK û Goranê bêyî xebara partiyê din, bi serê xwe da pêşniyazî parlementoyê kirin jî rexne kir û wiha axivî:
"Di rûniştina 23yê hezîranê de kevneşopî çanda lihevkirinê ya Kurdistanê hat binpêkirin. Fikra hemû aliyan nehat pirsîn û rewşa hesas a ku em tê de ne nedane ber çavên xwe. Lê belê di navbera hemû aliyan de hevdîtin û mizakere dewam dikin. Ji bo çareseriyeke baş xebat dewam dikin."