2017 ж. 23 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 23 ақпан
ÎSTANBUL
Dolar/TL bi 3,5784 lireyî va dest bi rojê kir û paşê derket 3,5860 lireyî.
Ji ber ku di piyaseyên kurewî da dolar kêm tê kirîn û dolar/TL dikeve. Ji 6ê rêbendanê heta niha bihayê dolar cara ewil duh ket bin 3,60 lireyî û herî dawî ji sedî 1,06 erzan bû û bû 3,5807 lireyî.
Bihayê dolar îro destpêka rojê da jî ket û bû 3,5784 lire. Ji saet 09.15an pê va bû 3,5860 lireyî. Di heman deqîqeyan da ewro/TL bi 3,7890 lireyî tê firotin, sterlîn/TL jî bi 4,4630 lireyî tê firotin.